900 TL Üzeri Ücretsiz kargo!
Xerîbên Biyanî Di Diyaspora Almanyayê de Nifşên Yekemîn ên Kurdên Koçber
Xerîbên Biyanî Di Diyaspora Almanyayê de Nifşên Yekemîn ên Kurdên Koçber

Xerîbên Biyanî Di Diyaspora Almanyayê de Nifşên Yekemîn ên Kurdên Koçber

☆☆☆☆☆
(0 Değerlendirme)
248.50 TL

Stokta (1 adet)

ISBN9786256605589
Sayfa-
Yayın Yılı-
Paylaş:

Kitap Açıklaması

Li gorî zanyariyên pisporan ji her sê Kurdan yek, li derveyî Kurdistanê dijîn. Ev rêjeya han, diyasporaya Kurd dike diyaspora çaremîn a cîhanê. Piraniya van Kurdên diyasporayê bêyî îradeya xwe koçber bûne. Diyaspora Kurd, bi taybetî jî ya li Almanyayê, perîferiyek bi hêz a navenda Kurdistanê ye. Îro li Almanyayê qasî 1.200.000 Kurd dijîn û bi vê çendaniya xwe li wir kêmneteweya herî mezin a piştî Tirkan e. Îro li Almanyayê nêzîkî 46000 kargehên Kurdan hene û salê qasî 20 milyar euro cîro dikin. Aktorên vê fenomenê nifşên yekemîn in ku heta niha qala wan pir nehatiye kirin.
Vêca ev xebata bi navê Xerîbên Biyanî, li ser herdu nifşên yekem ên karker û penaber ên diyasporaya Kurd a Almanyayê ye. Di vir de hem rewşa nifşên yekemîn hem jî mijarên bi wan re têkildar hatine amajekirin. Li ser mijara nifşên yekemîn, analîzeke komalgeha Kurd a Almanya tê kirin. Ev aktorên koçberiyê bi biyografiyên xwe ji aliyekî ve jan, kul û derdên civaka Kurd di nav xwe de digrin, ji aliyekî din ve deriyê cîhanê ji gelê Kurd re vekirine.
 
 

Değerlendirmeler

Yorum yapmak için giriş yapın.

Henüz değerlendirme yapılmamış. İlk değerlendirmeyi siz yapın!

🍪 Çerez Kullanımı

Bu site, size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanır. Siteyi kullanmaya devam ederseniz çerez kullanımını kabul etmiş sayılırsınız. KVKK Aydınlatma Metni