900 TL Üzeri Ücretsiz kargo!
Hestname
Hestname

Hestname

☆☆☆☆☆
(0 Değerlendirme)
177.50 TL

Stokta (2 adet)

ISBN9786259475028
Sayfa-
Yayın Yılı-
Paylaş:

Kitap Açıklaması

Di pirtûkê da hezkirina helbestvan bê çap û bê hidûd e, dilê wî ji bo vegera welêt lê dixe, lê rêya vegerê jê ra qedexe ye. Welat dagirkirî ye. Welêt da zulm û xezeba dagerkeran e. Welat bi hebs-zindan, qereqolên cendirmeyan pêçayî ye. Rêya welêt ber wî girtî ye. Çi jî hebe helbestvan xweș bîn e... Têkoșîna “șervanê azadyê” geș e... Dewya her tiștî heye... Dewya van zalim û ev zulma welatê wî da jî dibe wê hebe... Dibêje: “Ew rojê jî bê:   Dayîka min a dilovan, Belkî ez û tu hevdu nebînin. Ger... hetanî şerê me serket, Ku me dijmin ji welat derxist, Serê berdevkên wan pelaxt. Û dema şervanên azadiyê vegeriyan ji xerîbîyê, Ji şax û latan, daketin kolan û sûkan, Tu jî li rêza şervanan bigere, Di wê roja şahî û bendewar da... ...Ger te ez nedîtim, Divê tu negirî û nelûrînî. Dilşah û bextewar bî. ...Bila ew çax dayîkên şehîdan, Laçikên reş ji serên xwe bavêjin, Şarên spî girêdin, Kincên rengîn li xwe kin. Ji bo ku welatê me azad bûye. Kedxwarî, belengazî û bêkesî ji nav me rabûye, û ji bo, wek welatekî azad û xwedî rûmet, Li nav rêza miletên dinê, me jî cîhê xwe girtî...   Dr. Eskerê Boyîk  

Değerlendirmeler

Yorum yapmak için giriş yapın.

Henüz değerlendirme yapılmamış. İlk değerlendirmeyi siz yapın!

🍪 Çerez Kullanımı

Bu site, size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanır. Siteyi kullanmaya devam ederseniz çerez kullanımını kabul etmiş sayılırsınız. KVKK Aydınlatma Metni